Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Iraqê nerazîbûnên xwe nîşanî gotinên Hakan Fîdan da

Wezareta Karên Derve ya Iraqê, li hemberî daxuyaniya Wezîrê Tirkiyeyê Hakan Fîdan a di 9'ê Sibatê de nerazîbûna xwe nîşan da û Sefîrê Enqereyê li Bexdayê Anil Bora vexwend wezaretê û diyar kir ku ev daxuyanî zirarê dide têkiliyên her du welatan.

Li gorî ajansa nûçeyan a Iraqê INA’yê di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de ev yek hatine gotin: ‘’Wezareta Karên Derve, têkildarî gotinên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ên li ser kanala CNN Tirk a di 9’ê Sibatê de Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê Bexdayê Anil Bora li navenda wezaretê qebûl kiriye.’’

Hakan Fîdan bi van gotinan: ‘’Di nava vî karî de aliyê Irayê jî heye. Piştî ku aliyê Sûriyeyê bi dawî bû wê piştre dor were Iraqê. Înşallah Iraq wê ji yên li vê derê dersekê derxînin, biryareke aqilanetir bistînin û derbasbûna li wir hêsantir pêk were’’ gef xwaribûn.

Li gorî daxuyaniyê, Musteşarê Têkiliyên Dualî Sefîr Muhammed Huseyin Bahr-el Ulum diyar kiriye ku Iraq ji ber daxuyaniyên li ser çapemeniyê xemgîn bûye.

El-Ulum anî ziman ku ev daxuyanî wê zirarê bide têkiliyên dostane yên di navbera Tirkiye û Iraqê de û tê wateya destwerdana karên hundirîn ên Iraqê û binpêkirina teamulên dîplomatîk.

Her wiha Muhammed Huseyin Bahr-el Ulum ev yek anîne ziman: ‘’Iraq, dewleteke saziyan a xwediyê pergala qanûna bingehîn a siyasî û demokratîk e û nabe ku bi welatên cuda ên xwediyên pergalên cuda re were berawirdkirin.’’

Musteşar El- Ulum diyar kiriye ku dosyaya Şengal û hemû herêmên din ên Iraqê bi temamî meseleyeke neteweyî ye û di çarçoveya pêşaniyên neteweyî û mekanîzmayan de tê nirxandin û destnîşan kiriye ku ew li dijî destwerdanên bi armanca ferzkirina çareseriyê yan jî bikaranîna vê dosyayê ya ji bo bandora siyasî û leşkerî ne.

Li gorî nûçeyê, Sefîrê Tirk jî gotiye ku daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve ji ber wergera nerast şaş hatine fêmkirin.

Sefîrê Tirk îdîa kir ku polîtîkayên welatê wî yên têkildarî Iraqê neguherîne, rêz li serweriya wê tê girtin û ew têkilî karên wê yên hundirîn nebûye.